Dewleta Tirk a dagirker, gelek dever bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê heta danê êvarê jî bo dron û çekên giran gelek êriş li dijî herêmê pêk anîn.
Herêma Şehba, gundên navçeya Til Temir û gunên li bajarê Minbicê hatin topbarn kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên îro careke din bi dron û çekên giran êrişê herêmê kir:

Artêşa Tirk a dagirker bi droneke bombebarkirî gundê Hirbilê yê herêma Şehbayê bombebaran kir.

Heman demê de dagirkeran depoyên genim ên li gundê Um El Kêf ê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran dikin.

Di danê êvarê de jî dagirkeran gunê Seyada ya li bajarê Minbicê Topbaran kir.

Dewleta Tirk avahiyek li taxa Erbawiyê ya Qamişlo bombebaran kir

Back to top button