Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya kantona Minbicê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek meşaleyê li dar xist.
Di meşê de komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibata a li dijî Rêber Apo hatiye pêkanîn hate şermezar kirin.
Di meşê de endamên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Werzîşê beşdar bûn.
Meşê ji Çerxerêya Mîzan dest pê kir û ber bi navenda tevgera ciwanan ve bi rê ket.
Li wir, endama Yekitiya Jinên Ciwan Cîhan Behcet axivî û got:
“Hemû dewletên desthilatdar û zordest ji bo têkbirina fikrên Rêber Apo bûn yek.
Ji ber ku fikrên wî di rizgarkirina jinan ji bindestiyê de bi ser ket û hêvî da gelên azadîxwaz.”
Cîhan Behcet diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo fikrê Rêber Apo bilind bikin û destûr nedin hêzên desthilat bigihêjin armancê xwe.
Ciwanên ku tevlî meşê bibûn jî peyamên serketinê dan û diyar kirin ku wê têkoşîna wan dewam be.