Federasyona Gaziyan: Di êrişê de hevalên gazî bi giranî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker îro li bajarê Qamişlo avahiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê bombebaran kir.
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê têkîldarî êrişê daxuyaniyek da û diyar kir ku di êrişê de hevalên Gazî birîndar bûne.
Federasyon ê êriş şermezar kir û got: “Em ê wek gaziyên bakur Rojhilatê Sûriyê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Piştî êrişê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Federasyonê de ev tişt hate gotin:

“Îro dagirkeriya Tirkiyê li navenda me ya Federesyona gaziyan da.

Di encamê de gaziyên me bi giranî birîndar bûn.”

Federasyona Gaziyan: Bêdengiya hêzên navnetewî êrişan rewa dike

Federasyonê balkişans ser bêdengiya hêzên navnetewyî û got:

“Ev bêdengî tê wateya rewa kirina êrişan û piştgiriya wê dike.”

“Em ê têkoşîna xwe bilind bikin, divê gelê me jî bêdeng nemînin”

Di dawiyê de Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Suriyê êriş şermezar kir û got:

“Em ê wek gaziyên bakur Rojhilatê Sûriyê li hemberî her cure êrişan têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Lewam em bang li hemû gelên azadî xwaz jî dikin ku li hemberî vê hovîtiya dewleta Tirka ya qirker û şirîkê DAİŞ ê bê deng nemînin.”

Back to top button