Agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Ji Rêber Abdullah Ocalan 24 meh in tu xeber nayê girtin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo vê di 9’ê Gulanê de serî li CPT.
Buroyo diyar kir ku demildest ew li benda helwesteke çareserkirinê ne.

Dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Tevahî qanûnên navnetweyî bin pê dike.

Li aliyekî din rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navnetweyî li hember vê tecrîdê bêdeng in.

Serlêdanên hevdîtinê yên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî tên redkirin.

Buroya hiqûqê li dijî vê tecrîdê di 9’ê gulanê de serî li CPT ya Konseya Ewropayê da.

Li Îmraliyê îşkenceyeke bêdawî

Di serlêdanê de hatiye raghandin:

Di navbera 15’ê Kanûna 2022’yan û 30’yê Nîsana 2023’yan de parêzeran 43 caran serlêdan kirin e.

Malbatan jî 26 caran ji bo hevdîtinê serlêdana cihên têkildar kirine.

Lê belê hemû serlêdan bê bersiv hatine hiştin.

Parêzeran di serlêdanê de bibîr xistiye jî bêyî hincetan serêlan hatine redkirin.

Parêzeran diyar kiriye ku di 26’ê Nîsana 2023’yan de cardin 6 meh cezayê hevdîtinê hatiye birîn.

“Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne”

Parêzeran di berdewama serlêdanê de diyar kir ku demildest ew li benda helwesteke çareserkirinê ne.

Her wiha parêzeran hin daxwaz jî kirin.

Hin daxwaz ev in :

“Demildest divê parêzer karibin hevdîtinê bikin û dawî li biryarên dadgehê yên dijî hiqûqê bê anîn.

Pêwîste malbat û wasî karibin hevdîtinê bikin.

Hemû astengiyên li ber name, telgraf û faks şandinê bên rakirin.

Pêkanînên dij hiqûqî û fiîlî yên têkildarî rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin.

Lazime şert û mercên îşkenceyê, ji holê bên rakirin.

Li Paytexta Fransa Parîsê tecrîda li dijî Rêber Apo çalakî hat li dar xistin

Back to top button