Dorpêça Hêzên Iraqê li dijî wargeha Mexmûrê didome
Şêniyên Wargeha Mexmûrê jî li dijî polîtîkayên dîlgirtinê bi danîn 4 konên berxwedanê li dora Kampê li ber xwe didin.
Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr xendekan bikole, têl bike û kuleyên leşkerî ava bike.
Ji roja destpêkê heya niha ango 13 rojin, penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyane û li ber xwe didin.
Xelkê wargehê şev û roj di nava berxwedanê dene, her wiha leşkerên Iraqê jî bi israre û 13 rojin her roj hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike.
Tevî êriş û birîndarkirina welatên wargehê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî heta niha sazyên Neteweyên Yekbûyî ku wargeh di berpirsiyariya wan de ye bêdeng û bê helwestin.