Rûsya: Êrişek mezin ya artêşa Ukrayna hat têkbirin

Artêşa Ukrayna ji bo derxistina artêşa Rûsya ji xaka welat êrişên berfireh dan despêkirin.
Fermandariya bejahî ya artêşa Ukrayna ragihand ku ew li eniya Svatove 400 metreyî pêşde çûne.
Wezareta Parastina Rûsya jî îdia dike ku êrişa artêşa Ukrayna ya li eniya Donetsk hatiye pûçkirin û bi sedan leşkerên wî hatine kuştin.

Ukrayna bi piştevaniya hêza ji welatên Rojavayî digre, bi ser artêşa Rûsya de diçe.

Li herêma Donetsk di nava rojên dawiyê de şerên dijwar rûdidin.

Di demekî ku Ukrayna ji bo derxistina artêşa Rûsya ji xaka welat dest bi pêngavên mezin kirî de ji Moskow daxuyaniyên balkêş hat.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê bi 8 taburên leşker û tankan êrîşî herêma Donetskê ya di bin kontrola Rûsyayê de kiriye.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Telegramê yê Wezareta Parastinê hat weşandin de, hat diyarkirin ku 4’ê Hezîranê leşkerên Ukraynayê li başûrê herêma Donetskê li dijî 5 beşên eniya şer êrîşeke berfireh li dar xistine.

Rûsya: Bi sedan leşkerên Ukraynî hatin kuştin

Di daxuyaniyê de hat gotin,

“Armanca dijmin ew bû ku li eniya herî xeternak parastina me bişkîne.”

Piştî daxuyaniya Moskovayê ji Wezareta Parastinê ya Ukraynayê tu daxuyanî nehat dayîn.

Lê belê di rapora rojane ya Serfermandariya Ukraynayê de agahî hat dayîn ku li herêmên Donetsk û Lûhanksê 29 caran şer rûdaye.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov doh li ser Twitterê peyamek pêşnîyarê weşand û got:

“Gotin nepêwist in, tenê dikarin zirarê bidin.”

Ji bo vegerandina deverên di bin kontrola artêşa Rûsyayê de, tê çaverêkirin ku Ukrayna dest bi êrîşeke dijber bike.

Rêvberiya Kîevê diyar kir ku amadekariyên li dijî êrîşan qediyane û ew dikarin ji gelek aliyan ve êriş bikin.

Ukrayna: Li Svatove hêzên me 400 metre bipêşde çûne

Fermandarê Hêza Bejayî ya Ukraynayê Alexander Sirskiy ragihand ku leşkerên Ukraynayê li eniya rojhilat a li ser rêya Svatove êrîşeke dijber kirine û 400 metre pêşve çûne.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê medyaya civakî Sirskiy îşaret bi wê yekê jî kir ku rewşa eniya rojhilat aloztir bûye û got,

Li hinek deverên eniya şer pêşdeçûna hêzên parastina Ukraynayê di metirsiyê de ye.

Sirskiy her wiha diyar kir ku 80’emîn Tugaya Êrîşên Hewayî ya Cûda gav bi gav bi çalakiyên taktîkî qadeke berfireh a herêma daristana Îvanivskî rizgar kiriye.

Back to top button