Li Polonaya beriya hilbijartinê nîv mîlyon kesî hikumet şermezar kir

Li Polonay, eriya hilbijartinê ji netewperest û kevneperestan nîv mîlyon kes daketin qadan.
Di xwepêşandana li paytext Warşowê de, nîv mîlyon kes kom bûn.

Ji her aliyên Polonyayê bi sed hezaran kes doh li Warşowayê li hev kom bûn û hikumeta “Hiqûq û Edalet” (PîS) şermezar kirin.

Di çalakiyê de alên Polonya û Yekîtiya Ewropayê hatin hildan.

Çalakî bi banga Serokê Platforma Welatiyan a partiya li muxalefeta navendî û serokê berê yê Konseya Ewropayê Donald Tûsk hate kirin.

Di çalakiyê de “Bihabûna li jiyanê, sextekarî û derew” hatin şermezarkirin.

Ji bo “demokrasî, hilbijartinên azad û Yekîtiya Ewropayê” dirûşm hatin gotin.

Lîderên partiyên din ên muxalefetê jî kirin ku hilbijêrên wan tevlî çalakiyê bibin.

Çalakgeran pankartên bi nivîsa “Êdî bes e”, “Em Polonyayeke otorîter naxwazin” PîS tê wateya bihabûna jiyanê” hildan.

PîS nêzî saleke li ser desthilatdariyê ye.

Payîzê wê hilbijartinên giştî bê kirin.

Back to top button