Li Iraqê ser banga Muqteda El-Sedr, xwepêşander li qadan bûn

Li Iraqê ev nêzî 4 meh in, xwepêşander li kolanan in. Îro bi hezaran alîgirên tevgera Teyar El-Sedrî daketin qadan û daxwaz ji hikûmetê kirin ku biryara derxistina hêzên biyanî ji welat pêk bîne. Di xwepêşandanên hatin lidarxistin de jî 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ji Cotmeha 2019’an ve ji ber sedemên gendelî û bêkarî, xwepêşandanên li Iraqê yên li dijî hikûmetê dewam dikin.

Li ser banga Serokê tevgera Teyar El-Sedrî, ya “Xwepêşandana milyon kesî”, Îro bi hezaran xwepêşander li Bexdayê daketin qadan.

Xwepêşander daxwaz ji hikometê kir ku biryara parlamentonê ya derxistina hêzên biyanî ji welêt pêk bînin.

Di navbera xwepêşandana û çekdarên nenas li Bexda, Besra û Kerbelayê de pevçûnan rû dan.

Li gorî çavdêriyên tenduristiyê yên Iraqê jî ragihandin ku heta niha di xwepêşandanan de 2 kes hatin kuştin.

Lîderê tevgera Sadir Mûxteda Sedir di rojên borî de xwest li Bexdayê bi tevlîbûna milyonek kes xwepêşandanek were lidarxistin.

Muqteda Sedir daxuyaniyek li ser derxistina hêzên biyanî ji Iraqê da.

Sedir di daxuyaniya xwe ya nivîskî de xwest hemû hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê werin derxistin.

Sadir di daxuyaniya xwe de wiha got:

Girtina hemû baregehên Amerîka yên li ser xaka Iraqê.

Divê serokê Amerîkayê Donald Trump ti biryar û daxuyanî derbarê Iraqê de nede.

Pêwîste welatên derve destwerdana xwe ya li Iraqê dawî bîne.

Piştî banga Sadir, Ayetullah Elî Sîstanî jî bang li alîgirên xwe kir ku beşdarî xwepêşandana ku li ser banga Sedr pêk hat, nebin.

Ji xwepêşandanên ji 1’ê Cotmeha 2019’an li paytexta Iraq Bexdayê despê kirî û heta niha zêdetirî 500 xwepêşandêran jiyana xwe ji dest dane û tê gotin, nêzî 25 hezar kes jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button