Erdogan: Misir û Îmarat pişta Hefter digirin, em ê jî Serac tenê nehêlin

Serokomarê Tirkiyê Erdogan, careke din piştgirya xwe ji hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê re teqez kir û got: Misir û Îmarat pişta Hefter digirin, em ê jî Serac tenê nehêlin.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, serdana Tirkiyê kir û li Stenbolê bi serokomarê dewleta Tirk Erdogan re civiya û rewşa dawî ya Lîbyayê nîqaş kirin.

Piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş pêk hat.

Erdogan idîa kir ku ji bo serkeftina prosesa siyasî û têkbirina terorê li Lîbyayê ew piştgirya didin hikûmeta Wîfaq ya Lîbyayê.

Erdogan destnîşan kir ku Tirkiyê tenê şêwirmendên leşkerî şandine Lîbyayê, ew jî bi armanca perwerdeya Leşkerî ji çekdarên Wîfaqê re ye.

Serokkomarê dewleta tirk a dagirker bi domdarî got:

Misir û Îmarat tevî hêzên Vag-ner yên Rûsî, hê jî piştgiriya hêzên Xelîfe Hefter dikin.

Ji bo vê jî di qada şer de em hikûmeta Wîfaqê bi tenê nahêlin.

Her wiha di saetên sibehê de, Erdogan bi amadebûna Angela Merkel, li Zanîngeha Almanî ya li Stenbolê careke din gef li welatên li Lîbyayê dimînin xwar û got:

Ger di demeke nêz de, şerê li Lîbyayê bi dawî nebe, wê şer û tevlîhevî bandora xwe li tevahî dewletên Deryaya Spî bike.

Leave a Reply

Back to top button