3.Konferansa HDP’ê Li Enqerayê, bi beşdarbûna 600 delegeyan destpê kir

Piştî konferansên herêmî yên HDP’ê li bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi dawî bûn, Îro HDP’ê Konferansa xwe ya 3. li Enqerê li dar xist. Di konferansê de tevî hevserokên HDP’ê 600 delege amade bûn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyarkir ku ji bo têkbirona faşîzma AKP-MHP’ê wê têkoşîna xwe xurtir bikin. Temellî anî ziman tenê rêya çareseriya pirsgirêkên li rojhilata navîn, berxwedan û serhildana gelan e.

Ev demeke HDP li tevahî heremên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê ji bo Kongreya xwe ya giştî civîn û konferans pêk dianî.

Encamên ku ji civîn û konferansên hatine lidarxistin dê du rojan di vê konferansê de bên nirxandin

Wê ev nîqaş û pêşniyar beriya kongreya giştî ya HDP’ê ku dê di 23’ê Sibatê de bê lidarxistin nexşerêyê diyar bike.

Konferans bi amadebûna Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, bi beşdariya 600 delegeyan destpêkir.

Di konferansê de despêkê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî.

Buldan anî ziman ku ew ê nexşerêya nû bidin pêşiya xwe û wiha got:

“Ji hêzkirina rêxistinbûna xwe heta muxalefeta civakî, em dê di her qadê de xwe bi hêz bikin.

Em dê bêtir bi rêxistinî, wêrek û bi biryar têbikoşin.”

Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Rêber Ocalan û ev tişt anî ziman:

“Di 10 salên dawî de Tirkiyê bi tecrîd, bêhiqûqî û bêedaletiye bi rêve dibin.

Divê tecrîda li ser Brêz Ocalan bi lez bi dawî bibe.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî diyarkir ku AKP li Rojhilata Navîn polîtîkayek dij Kurd dimeşîne û di şexsê Rêber Ocalan de tevahî Tirkiye xistiye tecrîdê.

Temellî anî ziman tenê rêya çareseriya pirsgirêkên li rojhilata navîn, berxwedan û serhildana gelan e.

Piştî axaftinên vekirinê konferans li çapemeniyê re girtî dewam kir.

Wê di nava van du rojan de gengeşeyên navxweyî bên kirin.

Tê payîn ku piştî konferansê Encamname were parvekirin.

Leave a Reply

Back to top button