Xwepêşanderên Şêladizê, bi keviran bersiva destwerdana Asayîşê da

Xelkên bajarokê Şêladizê yê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê, daketin kolanan û hêrsa xwe nîşan da.

Di heman rojê de Nêçîrvan Barzanî jî serdana Iraqê kir û bi Kazimî re rûnişt. 

Piştî balafirên dewleta Tirk a dagirker li Şeladizê 5 sivîl şehîd kirin, duh bi sedan şêniyên Şêladizê li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker derketin kolanan.

Şêniyan bi dirûşmeyên, “Bijî PKK”, “Bimire xiyanet” hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û hewl dan ber bi baregehên dewleta Tirk ên li navçeyê ve bimeşin.

Lê hêzên PDK’ê êrîşî wan kir û şênî jî bi keviran bersiv da.

Tevî hemû destwerdanan jî, şêniyan dest ji xwepêşandanê berneda û dîsa bi heman dirûşmeyan meşa xwe dewam kir..

Lê paşê bi şertê ku hêzên PDK’ê 4 çalakgerên ku hatibûn binçavkirin berdin, şêniyan xwepêşandana xwe ya duh bi dawî kir.

Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê kir û bi Kazimî re rûnişt

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku êrîş li ser axa wê tê kirin, çavên xwe ji van êrîş û komkujiyan digire.

Di demeke ku ew qas êrîş li ser Başûrê Kurdistanê hene, sîvîl şehîd dibin, gel li qadan in, bertekên dewletên Ereb li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Iraqê zêde bûne.

Nêcîrvan Barzanî jî di demeke wisa de, duh serdana Iraqê kir û bi Kazîmî re civiya.

Back to top button