Koalîsyona Navneteweyî 3 baregehên DAIŞ’ê yên li Kerkûkê kirin armanc

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi hevkariya Iraqê li Dalo Şay a başûrê Kerkûkê, êrîşên hewayî li dijî 3 baregehên DAIŞ’ê pêk anîn.

Berdevê Koalîsyona Navneteweyî Miles Caggins diyar kir ku li ser daxwaziya hikûmeta Iraqê, baregehên DAIŞ’ê hatin armanckirin û bi taybet cihên bazirganiya mirovan.

Piştî şkestina DAIŞ’ê, çeteyan hewl daye ku derdora bajaran bi kar bînin, lewre li dijî wan operasyonên paqijkirinê hatine destpêkirin.

Li çolistana Enbarê operasyoneke ewlekariyê li dijî DAIŞ’ê hat destpêkirin

Artêşa Iraqî û Heşd Şebî jî ji bo paqijkirina bermahiyên DAIŞ’ê, li çolistana Enbarê dest bi operasyoneke ewlekariyê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Ragihandina Heşd Şebî, wê ev operasyon 3 rojan bidome.

Li Tekrîtê 2 endamên Heşda Şebî hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn

Li aliyekî din, li başûrê Tekrîtê çeteyên DAIŞ’ê li dijî Heşd Şebî êrîşek pêk anî û di encamê de, 2 endamên Heşdê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Back to top button