Li Kobanê nexweşxaneya Miştenur careke din nexweşan pêşwazî dike

Li Kobanê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê carek edin nexweşxaneya Miştenur dest bi xizmetê kir.
Her wiha Kobanî ji bo ronîkirina malên xwe jî alternatîfan ji xwe re peyda dikin.

Artêşa Tirk a qirker di êrişên xwe yên li ser Kantona Firatê de, raste rast navendên tenduristiyê kiribû armanca êrişên xwe.

Ji ber êrişan nexweşxaneya Miştenur a bajarê Kobanê bi temamî ji xizmetê derketibû.

Desteya Tendristiyê ya bajarê Kobanê careke din ev nexwşxane bi hemû beşên wê li taxa Kaniya Kurdan vekir.

Nexweşxane careke din dest bi dayîna xizmetê ji bo nexweşan kiriye.

Bijîşkê hundirîn yê beşê dil Tewfîq Şêx Ehmed diyar kir ku hemû cureyên nexweşiyên zarokan û yê temen mezin tên dermankirin.

Welatiyên Kobanê: Em ê dinava tariyê de ronahiyê ava bikin

Welatiyên bajarê Kobanê piştî qutkirina elektrîkê ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker, bi her awayî derdora xwe ronî dikin.

Yek ji malbatên bajarê Kobanê motorên elekitrîkê yên kevin bi destê xwe ji nûve çêdikin da ku di tariyê de nemînin.

Welatiyan diyarkirin ku bi çi awayî be wê di nava tariyê de ronahiyê ava bikin, lê tu carî tarî û siya dijmin qebûl nakin.

Back to top button