Cîhan germ bûye

Li bajarên Îran pileya germahiyê 50 derbas kir, li Ewropa jî her diçe germahî zêde dibe.
Tê payîn îro jî pileya germahiyê li tevahî cîhanê gelek bilind bê jiyîn.

Her diçe li tevahî cîhanê asta pileyên germahiyê bilindtir dibe û cîhan her diçe germtir dibe.

Ne tenê li Rojhilata Navîn ku warê tava pîroz e, li Ewropa, Amerîka û Asya jî germahiya zêde bûye sedema qeyranekî mezin.

Bi dehan salane di vê astê de germahî nedihat jiyîn.

Li gelek bajarên Îranê pileya germahiyê 50’î derbas kir

Li Îranê doh asta germahiyê li gorî hemû welatên cîhanê ya herî bilind bû.

Li 6 bajarên Îran’ê pileya germahiyê 50 derbas kir.

Li gora çavkaniyên Îranê li Dehloran ku dikeve ser sînorê Îlam asta germahî gihişt 51,6 derece.

Bajarê din Umîdiyeh jî di asta rekor de bi germahiya dereca 51,2 asta herî jor de hate jiyîn.

4 bajarên din jî jorî germahiya 50 pileyî re têkoşiyan.

Îranî bo xwe ji germahiyê biparêzin li rêk û rêbazan geriyan.

Li Iraqê bajarê herî germ besra ye

Li Iraq jî germahî herî zêde li Besra hate jiyîn.

Besra bi germahiya asta dereca 49 de bajarê herî germ bû.

Li gelek bajarên Tirkiye û li Bakurê Kurdistanê jî asta germahiya zêde dibe sedema tengaviyan.

Bi dehan kes ji ber germahiya dijwar rakirin nexweşxaneyê.

Ewropa ji ber germahiyê bûye pêt û agir

Welatên Ewropa jî di bin bandora germahiya zêde de mane.

Li Ewropa pêla germahiya zêde wek Cerberus’ hatiye binav kirin.

Wateya xwe ji esera helbestwanê Îtalî Dante ya bi navê ‚Cehenem’ de ji binavkirina cenawarekê digre.

Li Îtalya hişyarî û metirsiya germahiyê

Îtalya jî di bin germahiya li jorî 40 pileyî de dinale.

Li gravên Sicilya ve Sardinya pêla germahiyê di navbera 40-45 de diguhere.

Pêla germahiyê li Almanya 38 derbas kir

Rojên dawî pileya germahiya li bajarên Almanya jî di navbera 35-40’î de tê û diçe.

Li gora Saziya Xizmeta Hewa ya Almanya ragihand dibe ku piştî van pileyên zêde yên germahiyê, di van rojan de baran jî bibare.

Li Spanya jî doh pileyên germahiyê di navbera 40-44 de guherî.

Yewnanistan, Bulgaristan û gelek welatên din asta germahiyê li jorî 40 derece jiyan dikin.

Li gelek cihên geştiyariyê ji bo parastina cihên geştiyariyê jî tedbîr têne girtin.

Li Amerîka ji bo 113 mîlyon kesî hişyariya bo germahiyê

Parzemîna Amerîkaya Bakur jî heman rewşê dijî.

Ji ber pêla germahiya dijwar ji sêyan yekî welat ku tê wateya 113 mîlyon kesî hişyarî hate dayîn.

Doh li paytexta eyaleta Arîzona Phoenix pileya germahiyê gihişt 48’î.

Ev jî pileya herî bilin ya hemû dema ye.

Ewropa ji ber germahiyê dipije

Back to top button