Şêniyên navçeya Sirînê Şehîd Elî Hecî bi merasîmekê oxir kirin

Cenazeyê şehîdê Hêzê Erka Xweparastinê Elî El-Hecî bi merasîmekê li navçeya Sirînê hat oxir kirin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Elî El Hecî 11’ê Tîrmehê dema li ser erka xwe şehîd bûbû.

Şêniyên kantona kobanê tevlî merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de kesên axivîn soza şopandina xeta şehîdan heta mîsogerkirina serketinê dan û ev tişt gotin:

Salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê nêz dibe, di şoreşê de gelê herêmê gotina xwe ji dagirkeran re gotiye.

Divê dagirker bizanibin ku em xwediyê vê axê ne û dev ji xaka xwe bernadin.

“Asta komployan mezin e, tenê bi berxwedanê em ê bi serkevin.”

Her weha banga hevgirtina bi hêzên parastinê re û xurtkirina têkoşînê li gelê herêmê hat kirin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê ya Elî El-Hecî hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman hat veşartin.

Şêniyên Şedadê bi merasîmekê du şehîd oxir kirin

Back to top button