Li Nînovayê 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê ragihand ku hêzên wan li Nînovayê 12 çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Saziya Îstîxbaratê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li Nînovayê operasyonek li dijî şaneyên DAÎŞ’ê dan destpêkirin.

Di encamê de Saziya Îstîxbaratê da zanîn hêzên wan li Nînovayê 12 çeteyên DAIŞ’ê girtine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku van çeteyan di êrişên li dijî welatî û hêzên ewlekariyê de cihê xwe girtine.

Her wiha hate gotin di dema girtina çeteyan de, gelek çek jî hatine desteserkirin.

Li Iraqê 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Back to top button