Li Şengalê jinên Ereb bi boneya 25’ê Mijdarê civîn lidar xistin

Bi boneya nêzîkbûna 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundûtîjiya li Ser Jinê, li gundê Bîrcarî yê devera Ereban ya Şengalê civînek ji aliyê Meclisa Jin ya Herêma Ereban ji bo jinên Ereb hate lidarxisitin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin, axaftin û temaşekirina sînevîzyonekê di derbarê rojê de hate lidarxistin.

Di civînê de endama rêveberiya meclisa jinên Ereb Fatma Berho Axivî û got:

“Di civaka me de şêwazên tundûtîjiyê mixabin pir zêde ne ku li ser jin têne meşandin.

Mînak li Îranê di bin navê Îslamê de jinê recim dikin ta mirinê.

Lê belê em hemû jî li dijî tundûtîjiya li ser jinê ne.

Di heman demê de zewaca temenê biçûk di nava civaka me de, ew jî pir li pêşe.

Di bin navê şerefê de zewicandin, tundiye. Pêwîste tekoşîna me mezin bibe.”

Ji beşdarvanan Zihûr Ehmed endama meclisa jinên Ereb jî axifî û wiha got:

“Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo çavên me vebûn û me gavên mezin avêtin.”

Bi boneya 25’ê Mijdarê 2 semîner hatin dayîn

Back to top button