TAJÊ bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bernameya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê li navçeya Sinûnê ya Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Daxuyanî li navenda navçeya Sinûnê, li ber peykerê Dayê Gulê hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Ehram Îsmaîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de dîrok û çavkaniya 25’ê Mijdarê hate destnîşankirin û wiha hate gotin:

“Ji xwişkên Mîrabel heta qetilkirina Jîna Emînî, testavîtina Axîna biçûk ev şidet berdewam dike.

Ji bo şîdet were şikandin em heya dawiyê di nav têkoşînê de ne.

“Bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî Em Êzîdxanê ava dikin’ em dest bi hemleya xwe dikin.”

Di daxuyaniyê de plansaziya çalakiyan jî hate ragihandin.

Li gorî plansaziyê TAJÊ li seranserê Şengalê civîn werin lidarxistin, sînevîzyon werin pêşandan û çalakiyên 25’ê Mijdarê bi meşeke girseyî bi dawî bibe.

Back to top button