Dûran Kalkan: Pencê qertel nebû lingê mirîşkê jî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê û têkçûna artêşa Tirk de diyar kir, li Garê şerekî dijwar û dîrokî qewimî û got, “Pencê qertel, nebû lingê mirîşkê jî.”Kalkan da zanîn, armanca sereke ya êrîşê ne rizgarkirina dîl ên şer, belê armanc jihevxistina bîryargeha navendî ya HPG’ê bû.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, derbarê êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê ji Televîzyona Medya Haberê re axivî.

Dûran Kalkan di destpêka nirxandina xwe de gerîlayên ku li Garê derba giran li artêşa Tirk a dagirker dan û berxwedaneke dîrokî nîşandan, silav kir.

Dûran Kalkan diyar kir, li Garê, şerekî herî dijwar û dîrokî qewimî û got,

“Piştî 4 rojan, 14’ê Sibatê, beyî ku li pişt xwe binêrin neçar man ji qadê birevin.

Artêşa Tirk û dethilata faşîst a AKP’ê di êrîşa li ser Garê de derbeke mezin xwarin û têk çûn.

Ango pençê qertal nebû lingê mirîşkê jî.”

Dûran Kalkan: Armanca êrişa Garê jihevxistina biryargeha navendî ya HPG’ê bû

Dûran Kalkan bal kişand li ser armanca êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê û wiha dewam kir,

“Dibêjin; operasyona Garê ji bo rizgarkirina dîlan e, ev derew e û hewldana guhertina rojevê ye.

Jixwe di encamê de jî derket holê ku çi li dîlan kirin.

Armanca wan a bingehîn ew bû ku bîryargeha navendî ya HPG’ê ji hev bixin.”

Dûran Kalkan, bi bîr xist ku Erdogan bi êrişa Garê, dixwest cejnekê pîroz bike, lê ji bo wî bû roja reş.

Kalkan da zanîn, ji bo ku ser vê têkçûna xwe bigirin jî leşkerên dîl dan pêş û got:

“Careke din bi têkçûneke herî mezin ya dîrokî re rû bi rû man.
Tê zanîn; ji bo eskerên dîl ên ku me li Oremarê berda bûn gotin ‘çima hûn nemirine’ û ew xistin girtîgehê.

Bombeyên ku bi ser herêmê barandin ne gul bûn.

Ji bo kuştina wan dîlan bû. HPG hev qas sal li wan mêze kir û ew xwedî kir.

Lê artêşa Tirk ew leşker mirî ji wir derxist.”

Dûran Kalkan: Garê gora desthilata faşîst a AKP’ê kola

Dûran Kalkan, diyar kir ku dora têkçûnê ya desthilata faşîst ya Erdogan e û ev nirxandin kir,

“Tayîp Erdogan, Devlet Bahçelî û Silêman Soylû berpirsên bingehîn ên êrişa li ser Garê ne.

Berpirsên têkçûnê ew in, neçarin hesab bidin.

Garê, gora faşîzma AKP/MHP’ê kola.”

Back to top button