TJK-E li Parîsê starta çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li paytexta Fransa Parîsê starta çalakiyên 8’ê Adarê da. TJK-E teqez kir ku wê çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal diyarî jina Kurd a şoreşger Evîn Goyî bikin. Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de li Berlînê jin li hev kom bûn.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi tevlêbûna hevserokên jin û berdevkên meclisa jinan ên li Elmanya, Hollanda û Fransayê, li paytexta Fransa Parîsê starta çalakiyên 8’ê Adarê da.

Daxuyanî li ber navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ku di meha Kanûnê de 3 aktîvîstên Kurd lê hatibûn şehîdxistin, hate dayîn.

TJK-E’ê çalakiyên 8’ê Adarê yên îsal diyarî şoreşger Evîn Goyî kir ku li Parîsê hatibû şehîdxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

Em weke gelê Kurd û jinên Kurd, di demeke ku krîzên modernîteya kapîtalîst qestî mafê me yê jiyanê dike de 8ê Adarê pêşwazî dikin.

Jinên Kurd têkoşîna ji bo jiyana azad û serpêhatiyên ku bi dest xistine bi jinên cîhanê re parve kir dest pê kir.

Pêngava di 8’ê Adara 2023’an de, ji aliyê KJK “BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI ŞOREŞA JINÊ” hat destpêkirin, em ê bersiva herî xurt li her cihê ku em lê ne bidin.

Li ser vê bingehê em 8’ê Adarê bi coşeke mezin a têkoşînê pêşwazî bikin û em bang li her kesî dikin ku bi awayekî herî xurt beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin!

Buroya jinan a ji bo aştiyê li berlînê bi jinan re hatin ba hev

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de Buroya Jinê ya ji bo Aştiyê li Berlînê çalakiyeke çandê lidar xist.

Jin ji bo hevdu nas bikin û tevnekê ava bikin li hev kom bûn.

Di çalakiyê de li ser rola jinê ya di dema aştiyê de axaftin hate kirin û hate gotin: Dîrok wê ji aliyê jinê ve bê nivîsandin.

Em giraniyê didin ser têkoşîna aştiyê.

Back to top button