Li Mexmûrê jinên ciwan ji bo 8’ê Adarê belavok belav kirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr ve belavokên Rêber Abdullah Ocalan yên li ser 8’ê Adarê belav kirin.

Li Wargeha Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê belavokên li ser 8’ê Adarê tên belavkirin.

Jinên ciwan mal bi mal geriyan û belavok belav kirin.

Têkildarî belavkirina belavokan Endama Tevgera Jinên Ciwan, Felek Demir axivî û got: Em wek Tevgera Jinên Ciwan ji bo 8’ê Adarê li wargehê belavok belav dikin.

Banga me ji bo tevahî jinan bi taybet jinên ciwan ewe ku li mafê xwe xwedî derbikeve, li himberî koletiyê serî ne tewînin û ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin.

Piştî axaftina jinên ciwan kom bi kom li wargehê bevbûn û belavok belavkirin

Back to top button