Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de TJA li Sîlopiyê serdana mexdûrên erdhejê kir

Di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, TJA li Sîlopiyê û Meletiyê serdana mexdurên erdhejê kir û hevgirtina xwe nîşan da.Jinên TJA’yê ku li Semsurê starta 8’ê Adarê da, çûn sedana konên navçeyên navendî û gundan kirin û alav belav kirin.

Tevgera jinên Azad TJA, HDP’ê û Aktîvîstên TJA’yê û di çarçoveya xebatên xwe yên 8’ê Adarê de li Silopiyê serdana mexdurên erdhejê yên jin kir.

Beriya serdanê ji bo 13 malbatên mexdurên erdhejê kertonên ku tê de pêdiviyên jin û zarokan hebûn hatin amadekirin.

Jinan di serdanê li taxa Yenî-şehirê kartonên hatibûn amadekirin ên alikariyê radestî malbatan kirin.

TJA Li Meletiyê serdana mexdûrên erdhejê kir û hevgirtina xwe nîşan da

Aktîvîstên TJA’yê ên Serhatê, bi boneya 8’ê Adarê, li Meletiyê li ber embara navenda kordînasyonê ya li navçeya Yeşîl -yurtê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de jinan hevgirtina xwe nîşan dan û diyar kirin ku bandora giran a felaketa erdhejê dewam dike û got: Divê bajar li gorî ‘paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê’ bên avakirin ku felaketên bi vî rengî careke din nebin sedema encamên mezin û giran.

Weke her felaketê, di erdhejê de jî bedela herî giran jin didin.

Yên ku vê hevgirtinê dimeşînin jin in.

TJA Li Semsurê ji bo 8’ê Adarê alîkarî li jinan belav kirin

TJA’yê li navçeya Narlu-kuyu ya Semsurê li konbajarê ku Kordînasyona Krîza Navendî lêbû bi armanca piştevaniya jinan starta 8’ê Adarê da.

Piştî daxuyaniyê aktîvîstên TJA û parlamentera HDP’ê Feleknas Uca bi gelek jinan re çû serdana konên sazî û mexdûrên erdhejê.

Hevsreoka DAD’ê Kadiye Dogan jin pêşwazî kir û diyar kir ku wê bi hev re jiyanê ava bikin.

Piştre bi dirûşmeyan alîkariyên ji bo gundê Hîntû hatin şandin ku li ser nivîsa ‘jin jiyan azadî, em hemû bi hevrene’ hatin nivîsin, hatin belavkirin.

Back to top button