Bendava li gundê Nêrwehê yê Qilebana Şirnexê derizî ye

Bendava li gundê Nêrwehê yê Qilebana Şirnexê derizî ye. Ji ber ku av ji dîwarên bendavê tê şêniyên herêmê bifikar in û bi şev nobedê digirin. Şeniyên gund diyar dikin heger di erdhêjeke gengaze de ev bendav biteqin texminî 10 hezar mirov dê jiyana xwe ji dest bidin Hevserokê Partiya HDP’ê yê navçeya Qilêbanê Abdullah Gun bang kir ku ji bo kareseteke weke erdhejê ya duyemîn çênebe, divê tevdîr bên girtin.

Di sala 2009’an de li navçeya Qilêban a Şirnexê li ser Çemê Hêzilê 2 û li ser Çemê Robozikê jî 5 bendav hatibûn çêkirin.

Bendavên ku hatine çêkirin ji ber dîwarên wan qehîm nehatine çêkirin av ji wan tê.

Ji ber vê şeniyên gundên nêzî bendavan bifikarin û niha jiyana 4 hezar kesên li herêmê di xetereyê de ye.

Ji van bendavan yek jê jî bendava ku li gundê Nêrwehê yê navçeya Qilebanê hatiye çêkirin.

Li gund ji roja ku bendav hatiye çêkirin heta niha zelzele jî çêdibin.

Ji ber derzên li dîwarê bendavê ketine, şeniyên gund bi şev nobedê digirin.

Lê beravejî vê Walitiya Şirnexê daxuyanî dabû û gotibû ku bendav hatine kontrolkirin û tiştekî wisa tune ye.

Îbrahîm Ozer: Her 5 bendavên hatine çêkirin jî derizî ne û av ji wan tê

Ji şêniyên gund Îbrahim Ozer, da zanîn her 5 bendavên hatine çêkirin jî derizî ne û av ji wan tê û got:

“Ji Ziravekê heta Roboskiyê di 15 kîlometreyan de 5-6 bendav hatine çêkirin.

Ev bendav, saxlem nehatine çêkirin.

Bi taybetî piştî ku ev erdheja li Kurdistanê çêbû ev bendav şeniyên herêmê gelek ditirsîne.”

“Heger bendav biteqin 10 hezar mirov dê jiyana xwe ji dest bidin”

Ozer diyar kir heger di erdhêjeke gengaze de ev bendav biteqin texminî 10 hezar mirov dê jiyana xwe ji dest bidin.

Ozer, di dawî de bal kişand li ser daxuyaniyên rayedaran û daxwaz kir ku endezyarên serbixwe bên diwarên bendavan lêkolîn bikin.

Abdulah Gun: Ji bo karesateke nû çênebe divê tevdîr bên girtin

Têkildarî mijarê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Qilêbanê Abdullah Gun jî axivî û bal kişande ser xeteriya rewşa bendavan.

Abdullah Gun bang kir ku ji bo kareseteke weke erdhejê ya duyemîn çênebe, divê tevdîr bên girtin û got:

“Heger ev bendav biteqe, nepêkane ku yek kesek jî jê xelas bibe.

Ji ber wê pêwîst e ku ewlehiya şêniyê herêmê bê girtin. “

Back to top button