Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) peyam dan û ji malbatên qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser ji ber teqîna gazê ya li Silêmaniyê peyama sersaxiyê da.
Di peyamê de hat gotin: “Aliyên hikûmetê bîlançoya qurbaniyan eşkere kir û wekî karesatekê ji bo wê malbatê bi nav kir.
Em sersaziyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û xemîngiya xwe parve dikin, ji giyanê qurbaniyan re dilovanî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. ʹʹ
KNK’ê ji bo xelkê Silêmaniyê peyama sersaxiyê da
Bi heman boneyê Konseya Rêveber a KNK’ê jî bi peyamekê ji malbatên kesên di teqîna li Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest û ji birîndaran re şifa xwest.
KNK’ê diyar kir ku bûyerek mezin û dilêşe û ji aliyên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê xwest ku ji bo bûyerên wiha dubare nebin tedbîrên hûr û yasayî bigirin.