YRA: 2023’an bêtirî 20 rojnemevan rastî binpêkirinan hatin e

Şoreşa gelan a li Sûriyê ku 2011’an despê kirî û bi destwerdana derve re veguherî aloziyê nêzî sala xwe ya 14’an dibe.
Bandora wê ya xeternak li ser hemû gelê Sûriyê hê didome.
Li dijî rojnamevanan binpêkirin di nava sala borî de jî dewam bûn.
Yekîtiya Ragihandina Azad diyar kir ku bêtirî 20 rojnemevan rastî pinpêkirinan hatine.

Bi destwerdana hêzên herêmî û navdewletî ya di dosya Sûriyê de û bi zêdebûna bûyer û geşedanên li ser erdê, pêwîstî hîn zêdetir bi ragihandineke azad û bi hêztir çêbûye.

Lê heta niha aliyên xaka Sûriyê kontrol û dagirkirin e, rojnamevanan bê alî nabînin.

Di encama vê zihniyetê de şerê di xaka Sûriyê de pêş dixin û bi dehan rojnamevan rastî binpêkirinan hatin.

Di sala 2023’an de tenê li Sûriyê li zêdestirî 20 rojnemevanan binpêkirin pêk hatin.

Ev binpêkirin bi kuştin, girtin, revandin, gefxwarin, destserkirin û astengiya kar têne guhertin.

Yekîtiya Ragihandina Azad YRA tevî bê derfetî û imkanên kêm karîbû piraniya wan binpêkirinan bi riya endam û çavkaniyên xwe yên li ser tevahî xaka Sûriyê belge bike.

YRA: 4 Rojnamevan û karmendekî ragihandinê hatin kuştin

YRA kuştina 4 rojnamevanan û karmendekî ragihandinê li herêmên cûda yên Sûriyê belge kirin.

Bi vê yekê, di dirêjahiya sala 2023’an de 3 rojnamevan li herêmên Hikûmeta Şamê hatin kuştin, yek li herêmên di bin dagirkiriya dewleta Tirk de û karmendekî ragihandinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bombebarana dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da.

YRA: 5 Rojnamevan hatin girtin

YRA karîbû girtina 4 rojnamevanan jî li seranserî herêmên Sûriyê belge bike.

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hin bûyerên sekinandina demkî çêbû.

Rojnamevanên ji Sûriyê li derve rastî binpêkirinan hatin

Dawiya meha cotmehê hêzên ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê Rojnamevanê ji Sûriyê û Endamê YRA’ê Silêman Ehmed girtin.

YRA: Hikûmeta Şamê bi qanûnên xwe azadiya ragihandinê kilît kir

Li gorî rapora YRA, azadiya ramanê ku di madeya 19’an a Mîsaqa Cîhanî ya Mafê Mirovan û madeya (2-19) ya Dema Navdewletî ya taybet bi mafê sivîl û siyasî hatiye binpêkirin.

Yekîtiya Ragihandina Azad YRA dawiya rapora xwe de ji hêzên li Sûriyê xwedî deshilatin xwest ku li pêşiya karê rojnamevanan nebin asteng.

YRA bi bibîr xist ku ji destpêka aloziya Sûriyê ya 2011’an û heta niha ji ber şer û aloziya li welat 763 rojnamevanan û xebatkarên ragihandinê canê xwe ji dest dane.

Bi dehan jî hatine binçav kirin, revandin û windakirin.

Back to top button