Li Çinê şemîtina axê: 31 Kes mirin

Li eyaleta Yunnan a Çinê di şemîtîna axê de ku 47 kesan di binê axê de mabûn kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 31’an.

Piştî şimitîna axê ji ber barîna berfê û sermayê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ku bi qasî hezar kes tê de beşdar bûn, bi dijwarî hatin meşandin.

Kûçikên perwerdekirî û balafirên bêmirov jî piştgiriyê didin xebatên lêgerîn û xilaskirinê.

Ji ber metirsiya şimitîneke nû, alavên avahîsaziyê yên mezin nikarin li qadê bên bikaranîn û operasyonên mezin nikarin bên kirin.

Hat ragihandin ku di encama şemîtîna axê ku serê sibê li herêma Zhenxiongê pêk hat de 18 xanî û 47 kes di bin axê de man.

Li gorî CCTV’ê, Serokdewletê Çînê Şî Cînpîng ferman da ku xizmetên rizgarkirinê ji bo kêmkirina windahiyan her tiştî bikin.

Yûnnan eyaleteke çiyayî ye ku gelek komên etnîkî lê hene û hîn jî yek ji eyaletên herî xizan ê Çînê ye.

Li Çînê şimitîna axê, ku bi gelemperî ji ber baranê an jî xebatên avahîsaziyê yên bê destûr çêdibin, pir caran diqewimin.

Di sala borî de herî kêm 70 kes di şimitîna axê de mirin.

Back to top button