35 Meh’in tevahiya serlêdan bi cezayên “disiplînê” tên astengkirin

Parlamenterê DEM Partî yê Omer Ocalan bertek nîşanî tecrîda mutleq a li Îmraliyê da û got: Tecrîda mutleq a li Îmraliyê didome, Ji ber tenduristî û ewlehiya wî fikarên me hene
Di rewşekî wiha de saziyên mafên mirovan, rêxistinên mafên mirovan û Yekitiya Ewropayê bêdeng in. “

Ji Rêber Apo zêdetirî 34 meh in tu agahî nayên girtin.

Nêzî 35 meh in tevahhiya serlêdan ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran jî bi cezayên “disiplînê” yên sîstematîk tên astengkirin.

Parlamenterê (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan têkildarî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê û rewşa agahînegirtinê axivî.

Omer Ocalan: Fikarên malbatan zêde dibin

Omer Ocalan, diyar kir ku em mafên xwe nikarin li Tirkiyê bikar binin û got:

“Li gorî qanûnan mafê malbat û parêzeran heye ku bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin.

Li pêşiya vê tu astengî nînin lê em nikarin li Tirkiyeyê van mafên xwe bi kar bînin.

Di vê mijarê de hemû mafên me ji holê hatine rakirin.

Fikarên malbatên me hene û roj bi roj zêdetir dibin.

Niha rewşa ewlehî, jiyan û tenduristiya birêz Ocalan çawa ye, me hay jê nîne.”

“Birêz Abdullah Ocalan li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî roleke”

Omer Ocalan, got ku dewlet bi pergala tecrîdê ya li Îmraliyê re hewl dide hebûn, fikr û rista Abdullah Ocalan bide jibîrkirin û wiha got:

“Naxwazin bandoreke birêz Abdullah Ocalan li ser kurdan û Rojhilata Navîn hebe.

Weke malbat em ji vê rewşê aciz in. Derqanûntiyeke mezin dikin.

Birêz Abdullah Ocalan li Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî roleke.

Lê hatiye astengkirin û hemû mafên wî hatine binpêkirin.”

“Rêxistinên Mafên Mirovan û Yekitiya Ewropayê li hemberî tecridê bêdengin”

Omer Ocalan bal kişand ser rola dewlet û saziyên navneteweyî ya di tecrîdê de û wiha dirêjî da axaftina xwe:

“Di rewşekî wiha de saziyên mafên mirovan, rêxistinên mafên mirovan û Yekitiya Ewropayê bêdeng in.

Tirkiye her roj li dijî kurdan derqanûntiyan dike lê nabînin.

Tirkiye endama NATO û CPT’yê ye.

Lewma em dikarin ji YE û DYA’yê re bibêjin ‘dawî li van neheqiyên li dijî Abdullah Ocalan û gelê kurd bînin.'”

“Divê her Kurdek bi rola xwe rabe, rabe ser pêyan û têbikoşe”

Omer Ocalan di diwî de got pewîste her hes bi rola xwe rabê û got:

“Divê em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Tu agahiyên me ji jiyan û tenduristiya wî nîne.

Divê her kurdek bi rola xwe rabe, rabe ser pêyan û têbikoşe.

Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd, Kurdistan û Rojhilata Navîn şensekî mezin e.”

Back to top button