2 Firoşkarên madeyên Narkotîkê hatin binçavkirin

Hêzên Têkoşîna li dijî madeyên narkotîkê 2 firoşkarên madeyên narkotîkê binçav kirin û bi hezaran hebên narkotîkê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku 2 firoşkarên madeyên narkotîkê hatin binçavkirin û meqdareke mezin a hebên narkotîkê hatin desteserkirin.

Navendê derbarê operasyonê de ev agahî da:

“Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Narkotîkê roja 31’ê Adarê 2024’an 2 firoşkarên madeyên narkotîkê dema xwestin madeyên narkotîkê derbasî bajarê Hesekê bikin, bin çav kirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin firoşkarekî li otobîseke rêwiya bû û yê din di erebeyekê de, dema hatin kontrolkirin 573 hezar hebên narkotîkê li gel wan hatin dîtin.

Hate diyarkirin ku hebên narkotîkê hatin desteserkirin û herdu firoşkar hatin binçavkirin.

Li Hesekê 2 bazirganên madeyên narkotîkê hatin girtin

Back to top button