Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê: Bila girtî ji bo girtîgeha Silêmaniyê werin veguhestin

Ji 19’ê Tîrmehê ve girtiyên Behdînan, Şêladizê û hejmarek girtiyên din, dest bi greva birçîbûnê kirine û rewşa tenduristaya wan xirabe.
Parêzerên girtiyên Behdînan bi daxuyaniyekê daxwaz ji girtiyan kirin ku dawî li gireva xwe bînin û bang rêveberên girtîgehê jî kirin ku girtiyan veguhezînin girtîgeha Silêmaniyê.

Ji 19’ê Tîrmehê ve girtiyên Behdînan, Şêladizê û hejmarek girtiyên din, dest bi greva birçîbûnê kirine û rewşa tenduristaya wan nebaşe.

Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê li ser rewşa muwekilên xwe daxuyaniyek dan..

Di daxuyaniyê de daxwaz ji girtiyên Behdînan hat kirin ku greva xwe bi dawî bikin û bang hat kirin ku girtî ji bo girtîgeha Çaksaziya Gewreyan a Silêmaniyê werin veguhestin.

Di daxuyaniya Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê tê gotin:

“Cihê fikarane ku heta niha li Girtîgeha Çaksaziyê ya Hewlêrê cezayê li ser girtiyên Behdînanê û girtiyên di grevê de ne dewam e.

Ji bo parastina rewşa tenduristiya wan û weke mijarek mirovî, daxwaz dikin ku girtiyên Behdînanê greva xwe bi dawî bikin.

Ji bo parastina mafê wan, ji bo girtîgeha Silêmaniyê werin veguhezandin.”

Her wiha di daxuyaniya Tîma parêzeran de li ser dosya girtiyên Behdînanê ev xal hatin rêzkirin:

  • Pêwîste girtiyên Behdînan ji bo Girtîgeha Silêmaniyê werin veguhestin û ev daxwaz pêşkeşî Rêveberiya Girtîgeha Çaksaziyê ya Hewlêrê jî hatiye kirine.
  • Ji ber ku hikmê aliyên siyasî li pişt cezakirina girtiyên Behdînanê li Hewlêrê ye, bi dehan caran girtiyên Behdînanê hatine cezakirin û ji gelek mafên xwe yên bingehîn bêpar hatine hiştin.
  • Bi hincetên cuda û bê bingeh, rê li pêşiya parêzer û endamên Lijneya Mafên Mirovan a Parlametoya Herêma Kurdistanê û saziyên din tê girtin ku serdana girtiyên Behdînan bikin.”
Back to top button