Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî, ragihand ku 16 kesên din bi vîrûsa coronayê ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Desteya diyar kir ku kesên pêketî
7 li Hesekê
4 li Qamişlo
4 li Dêrikê
yek li Şehbayê ne.
Desteyê eşkere kir ku 2 zilam ji bajarê Hesekê û jinek ji bajarê Dêrikê û yek jî ji Kobanê jiyana xwe ji dest dan û 11 kes ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyên nû re jimara pêketiyan li herêmê gihişt hezar û 359 kesî, ji wan 59 kes jiyana ji dest dane û 390 kes başbûne.