Rêveberiya Xweser û MSD’ê bi daxuyaniyên cûda salvegera rizgarkirina Baxozê û têkbirina DAIŞ’ê pîroz kirin.
Aliyan xeteriya DAIŞ’ê ya ku didome bîr xistin û banga dadgehkirina çeteyan di dadgeheke navdewletî de kirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera têkbirina DAIŞ’ê û rizgarkirina Baxozê daxuyaniyek nivîskî da.
Rêveberiyê dest nîşan kir ku Hêzên YPG, YPJ û QSD’ê rêxistina herî teror di dîroka mirovahiyê de tinek kir û rê li pêşiya komkujî û qirkirina etnîkî girtin.
Rêveberiya Xweser bîr xist ku têkbirina destpêkê ya DAIŞ’ê ji Kobanê destpêkir.
“Serkeftina destanî li Baxozê ne tenê serkeftina QSD`ê, pêkhateyên herêmê û Koalîsyona Navneteweyî bû, lê serkeftina hemû mirovahiyê bû. Serkeftineke ji bo rêwîtiya şaristaniyê ya li dijî hovîtî, kuştin û tariyê bû.”
Rêveberiya Xweser: Çete û Malbatên xwe bomeya li ber teqînê ne
Rêveberiya Xweser îşaret bi hewldanên jinûve xwe birêxistinkirina DAIŞ’ê jî kir û got:
Tirkiyê bi her awayî piştgiriya DAIŞ’ê dike û hêviyên wê xurt dike.
Eger malbatên vang girtiyan bikarin birevin wê xeteriyekî gelekî mezin li ser Cîhanê çêkin.
Ew çete bombe ne ku nayê zanîn kengî biteqin û divê bi zanabûn, baldarî û bi piştgiriya navdewletî bi wan re bê danûstandin.
Rêveberiya Xweser: Divê Çeteyên girtî di dadgeheke Navdewletî werin darizandin
Rêveberiya Xweser daxuyaniya xwe bi van bangan bi dawî kir:
” Divê civaka navneteweyî çareseriyekê ji van girtiyan re bibîne û barê wan tenê navêje ser milê Rêveberiya Xweser. Divê dadgeheke navdewletî ava bike û sûcdaran pêşkêşî edaleta navneteweyî bike. ”
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD: Têkbirina DAIŞ’ê serkeftina têkoşîna gel û hêzên şoreşgerî ye
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî daxuyaniyek da û dest nîşan kir ku bi fedakariyên şervanan ev encamên dîrokî hatin bidestxistin.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD: Li pêşiya me berpirsyarên mezin hene
MSD’ê îşaret bi dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî kir û got:
” Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya hevalbendên xwe Amerîka û Rûsya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagir kir. Ev tê wateya ku berjewendiyên dewletên mezin li dijî berjewendiyên gelan in.
Divê ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û ne navendî ku tê de rêveberiyên herêmî û xweser geşkirin û istîqrarê pêk tînin, bidomînin. Ev erkeke siyasî ye, divê bi serkeftî bi dawî bibe.