Îro Konseya Ewlekariyê agirbesta Lîbyayê dixe dengdanê

Ji bo piştgiriya agirbesta li Lîbyayê, îro Konseya Ewlekariyê dicive..

Li gorî çavkaniyên diplomastîk, Konse wê biryarnameyekê ji bo agirbestê bixe dengdanê.

Ev biyarname ji aliyê Brîtanyayê ve hatiye pêşkêşkirin.

zêdetirî hefteyekê, nîqaşên derbarê vê yekê de dewam dikin, lê NY nexwest niha bendên biryarnameyê eşkere bike.

Agirbesta li Lîbyayê, destpêkê ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve hat pêşinyarkirin, lê li Moskovayê herdu aliyên şer negihaştin ti encamê.

Paşê ev yek di Kongreya Berlînê ya bo Lîbyayê de hat erêkirin û aliyan li ser avakirina komîteyeke leşkerî hevbeş bo agirbestê li hev kir.

Li gorî Wezareta Derve ya Almanyayê, tê payîn nîvê Adarê civînek din li Berlînê were lidarxistin.

Back to top button