Besê Hozat: Li Îmraliyê êrîşeke qirkirinê heye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li ser têkoşîn û berxwedana gelê kurd a li dijî komployê axivî.
Besê Hozat diyar kir ku di 25 salên komployê de gelê kurd şoreşa neteweya demokratîk pêk anîn û got:
“Bandoreke mezin li civaka cîhanê, li mirovahiyê kir û bû sedema veguherîna demokratîk a rasteqîn. Bû sedema şoreşa wijdanî.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li ser têkoşîn û berxwedana gelê kurd a li dijî tecrîdê axivî..

Besê Hozat di despêka nirxandinê xwe de komploya 15’ê sibatê şermezar kir û got:

“Rêber Apo 25 sal in di nava rejîma qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê de bênavber berxwedaneke mezin nîşan dide.

Rêber Apo di heman demê de bi navê gelan li ber xwe dide, bi navê mirovahiyê li ber xwe dide.

Lewma têkoşîna Rêber Apo, berxwedana ku dike, bi navê mirovahiyê ye.”

Besê Hozat: Ev berxwedan di asta herî bilind de ye

Besê Hozat di dewama nirxandinê xwe de têkoşîn û berxwedana Rêber Apo û gelê kurd nirxand û got:

“Li Kurdistanê, li derveyî welat, li çar aliyên cîhanê berxwedaneke bêhempa, dewam dike.

Xelkê me yê Rojava li dora vê berxwedanê şoreşeke mezin pêk anî ku Rojhilata Navîn, cîhan, mirovahî bi bandor kir, modernîteya kapîtalîst ji bingehê ve hejand û bû çavkaniyeke sûdwergirtinê ji mirovahiyê re.

Şoreşeke mezin pêk anî. Bi deh hezaran şehîd da. Berdêlên mezin da.

Bandoreke mezin li civaka cîhanê, li mirovahiyê kir û bû sedema veguherîna demokratîk a rasteqîn.

Di nava civakê de zîhniyet guherand. Bû sedema şoreşa wijdanî.”

Besê Hozat: Pêngava azadiyê di asta duyemîn de wê civakî bibe û girseyî bibe

Besê Hozat di dewamê de got:

“Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve piştî meşa Kolnê qala qonaxeke duyemîn tê kirin.

Di qonaxa duyemîn de bi esasî ev pêngav wê girseyî bibe û bi vî rengî dewam bike.

Wê civakî bibe û girseyî bibe.”

Besê Hozat: Di qonaxa duyemîn de divê em têkoşîneke xurt a hiqûqî bimeşînin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat di dawî de got:

“Aliyekî din jî ew e ku di vê qonaxa duyemîn de divê em têkoşîneke gelekî xurt a hiqûqî bimeşînin.

Li Îmraliyê êrîşeke qirkirinê heye. Rejîmeke qirkirinê li Îmraliyê tê meşandin.

Divê em zexta raya giştî biafirînin. Lewma di vê astê de, divê em qonaxa duyemîn a pêngavê bi rengekî hîn xurt bimeşînin.”

Back to top button