Şehba-Merasîma xiyabî ji bo şehîd Bahoz Amed hate li darxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê merasîma xiyabî ji bo şehîd Bahoz Amed li dar xist.
Li Dêrikê jî 155 şehîd hatin bi bîranîn.

Fermandar Bahoz Amed 17’ê Mijdara 2023’an li Eyn Îsayê dema dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakî bi rê ve bir, şehîd bûbû.

Merasîma xiyabî ji bo şehîd Bahoz Amed li goristana şehîdan a navçeya Fafînê hate lidarxistin.

Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:

“Em bi saya van şervanan dikarin bijîn, ji bo ku em bi rûmet bijîn, em ê fedakariyê bikin.

Dawiyê wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Şêniyên Dêrikê 155 şehîd bibîr anîn

Li navçeya Dêrikê jî meramsîma bîranîna şehîdan hebû.

Mecilsa Malbatê Şehîdan a Dêrikê 155 Şehîdên ku li cih û deverên cuda de şehîd bibûn bi bîranîn.

Back to top button