Duh Kerkûk bû îro Başûr hemû ji dagirkirinê re hatiye vekirin

Çar sal di ser dagirkirina Kerkûkê re derbas bûn.
Artêşa Iraqê 16’ê Cotmeha 2017’an û piştî referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê bi 20 rojan, bajarê Kerkûkê û gelek deverên din ên başûrê Kurdistanê dagir kirin.
Di encama polîtîkayên PDK’ê yên şaş de, ji sedî 51 ji xaka başûrê Kurdistanê hat dagirkirin û Kerkûk ji dest çû.
Ew roj û ev roj êdî nema PDK û Barzanîyan behsa dewletbûn û referandûman dikin.
Duh Kerkûk hat radestkirin lê îro PDK’ê tevahiya başûrê Kurdistnanê ji dagirkeriya Tirk re vekiriye.

Li ser dagirkirina dilê Kurdistanê Kerkûkê re çar sal derbas bû.

Kerkûka ku bi xwîna çar beşên Kurdistanê ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin bû qurbana polîtîkayên şaş yên PDK’ê.

Li başûrê Kurdistanê di 25’ê Îlona 2017’an Referandûma Serxwebûnê pêk hat. Qaşo PDK’ê wê bi referandumê Kurdistana serbixwe avabikira.

Dewleta Tirk, Îran û Iraq li dijî vê plana PDK’ê bûn yek.

Van welatan gefa êrişa leşkerî, girtina deriyên sinorî û geştên asîmanî li başûrê Kurdistanê xwarin.

Rewş giha wê astê ku Iraqê li gel Îran û Tirkiyê li ser sinorê Başûrê Kurdistanê dest bi tatbîqata leşkerî kirin.

Erdogan heqaret li mala Barzanî kir û diyar kir ku dewlet ne karê zarokan e, ewê destûrê nedin avakirina Kurdistaneke.

Û wiha heqaretên xwe berdewam kir:

Dibêje xeyalê min ên zarokatiyê ye, dewlet rêvebirin ne karên zarokan e…

Encamê Referandumê çi dibe bila bibe em qebûl nakin, ne rewa ye…

Em derî bigrin, petrola we nekirin hûnê birçîna bimirin…

Tu bi kîjan mafî dibêje Kerkûk a min e, Kerkûk ne ya te ye û wê nebe ya te ey Barzanî…

Di bin van gefan de tevî hemû şiyarîyan ku ji PDK’ê re hate gotin ku ne dema referandumê ye lê PDK’ê ji ya xwe nehat xwarê û 25’ê
Îlonê de referandum pêk anî.

Di encama referandumê de Kerkûk jî di nav de ji sedî 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ji dest çû.

di vir de xerîteyê bidin

Îro çar sal bi ser vê bûyerê re derbas dibe. Lê Heman PDK îro jî ne tenê Kerkûkê lê tevahiya başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya dewleta Tirk re vekiriye.

Li ser vê yekê PDK bi ‘xiyanet’ û YNK jî bi ‘Firotin’ hevdû tawanbar dikin.

Heman senaryoya Kerkûkê dixwazin îro jî careke din li Şengalê jî pêk bînin.

PDK’ê çawa 2014’an Şengal ji DAIŞ’ê re û 2017’an jî ji Heşdî Şebî re hişt û jê reviya, îro jî dixwaze careke din bi hevkariya dewleta Tirk û Iraqê bi dest bixe.

Back to top button