HPG’ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir û got: “Hevrêyên me Sason û Jêhat bi sekn û têkoşîna xwe bûn mînakên bijarte yên milîtaniya Apoyî.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Metînayê şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê têkîldarî şehdadeta herdû gerîlayan ev agahî parve kir:

“15’ê Çile gerîlayan li Girê Hekkarî li dijî dagirkeran çalakî lidarxistin.

Di çalakiyê de 12 dagirker hatine cezakirin, 8 dagirker birîndar bûne û hevrêyê me Jêhat bi ruhê fedayî yê Apoyî şer kir û gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Sason Asmîn jî ku beşdarî heman çalakiyê bû, piştî çalakiyê şehîd bû.”

HPG’ê diyar kir ku hevrê Sason û Jêhat bi taybetmendiyên xwe yên milîtanî yên Apoyî yên di jiyanê û şer de cihê xwe yê birûmet di dîroka têkoşînê de girtin.

Di dewamiya daxuyaniya HPG’ê de têkîldarî kesayeta şehîdan ev tişt hate gotin:

“Weke mînakên şênber ên ruhê fedayî yê Apoyî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê derketin lûtkeyê.

Hevrêyên me li hemberî êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me bedena xwe kirin mertal.

Heta nefesa xwe ya dawî bi fedeyî beşdarî têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn.

Bi helwest û têkoşîna xwe bûn mînakên berbiçav ên milîtaniya Apoyî.”

HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yên welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Sason Asmîn
Nav û Paşnav: Mûrat Oçek
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê dayik: Sînem
Navê bav: Cafer
Dem û cihê şehadetê: 13 Çile 2024 / Metîna

Nasnav: Jêhat Bagok
Nav û paşnav: Mehmet Gumuş
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê dayik: Bedîe
Navê bav: Firat
Dem û cihê şehadetê: 13 Çile 2024 / Metîna

Back to top button