Li gorî agahiyên destpêkê, beriya hilbijartinên ku dê sibe li eyaleta Belûçîstan a Pakîstanê bê lidarxistin, di êrîşên bombeyî yên li hemberî namzetên parlamenteriyê de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 38 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya televîzyona Geo Newsê, li herêma Pişîn a Belûcistanê li ber ofîsa namzetê serbixwe yê parlementeriyê Asfendiyar Xan Kakar êrîşa bombeyî hat kirin.
Di êrîşê de 15 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku dema êrîş hatiye kirin Asfandiyar Xan Kakar ne li meqamê xwe bû.
Li herêma Killa Seyfullah a Belûcistanê li dijî avahiya Cemiyeta Partiya Ulemayê ya Îslamî (CÎHÎ-F) êrîşa bombeyî hat kirin.
Di êrîşê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran diyar kirin ku Serokê JUI-F yê Belûçîstanê Maulana Abdul Vasay ji êrîşê bê birîndar xilas bû.