Rêxistina Efûyê ya Navnetewî: Li Tirkiyê hikumetê artêşa trolan ava kiriye

Faşîzma AKP’ê ji ber kiryarên xwe hertim di raporên rêxistinên navnetewî de cihê xwe digre.
Rêxistina Efû ya Navnetewî rapora xwe ya 2020-2021’an weşand.
Rêxistinê îşaret bi zext û kiryarên li nava Tirkiyê kir û got:
Li Tirkiyê hikumetê artêşa trolan avakiriye û vê yekê ji bo rojeva civakê bide guhertin bi kar tîne.

Tevî metirsiya Covîd-19 ya 2020’an xwe dayî der li nava welatên cîhanê careke din binpêkirin di asta jor de bûn.

Rêxistina Efû ya Navnetewî rapora xwe ya 2020-2021’an bi raya giştî re parve kir.

Di raporê de welatên herî zêde derketîn pêş, Albanya, Ermenistan, Belarûs, Bosna-Hersek, Macarîstan, Kazakîstan, Kosowa, Polonya, Rûsya, Sirbistan, Ukrayna, Tirkiye û Ozbekistane.

Rêxistinê bi awayekî berfireh cih daye kiryarên li Tirkiyê pêk hatine û wiha gotiye:

Li Tirkiyê hikumetê artêşa trolan ava kiriye.

Ev yek jî ji bo bala raya giştî biguhere tê bikaranîn.

Her wiha nêrînên cuda jî dide avakirin.

Rêxistinê diyar kir ku di Nîsana par de hikumetê li hemberî xebatên mixalîfê yên ji bo komkirina alîkariyê qedexe ragihandin û li dijî serokê şaredariya Stenbol û Enqerê jî dest bi lêpirsînê kr.

Her wiha zexta li ser baro Serokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala jî di raporê de cihê xwe girt.

Hovîtiya artêşa dewleta Tirk ya li dijî Osman Şîban û Servet Turgut yên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin jî cihekî berfireh jêre hatibû veqetandin.

Rêxistinê diyar kir ku piştî ev mijar di çapemeniyê de belav bû, vê carê rojanemvanên ku ev nûçe nivîsandine bûn hedefa deshilatê û bi hinceta ajansa ku têde xebatê dikin nêzî PKK/KCK’ê ye hatin binçavkirin.

Kiryarên Tirkiyê yên li derveyî welat jî yek bi yek hatine belgekirin û piştrastkirin.

Di rapora rêxistina Efûyê ya Navnetewî de hate ragihandin ku Tirkiye û Rûsya li Lîbya ambaroya şandina çekan ya ji bo welat binpêkirine û wiha bidawî kir.

“Rûsya, tevî binpêkirinan jî piştevaniya hikumeta Şamê kiriye û Tirkiye jî piştevaniya çeteyên ku bi awayekî komî xelk revandine û kuştine kiriye.”

Back to top button