YAT: Di 47 operasyonên serdegirtinê ya li kampa Holê de 31 çete hatin girtin

Fermandarên YAT`ê ragihandin ku di 47 operasyonên serdegirtinê ya li Kampa Holê de 31 çete hatin girtin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê 11 operasyon duh saet 1’ê bi şev di beşên 1,3,5,7’an de pêk hatin û di 3 operasyonên serdegirtinê de jî di nava wan de 2 jinên bi navê “Um Hacer” û “Um Mistefa” 4 çete hatin girtin.

Niha jî operayonên taybet ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) dane destpêkirin berdewam in.
Fermandarên YAT`ê ragihandin ku di 4 rojên borî de , di 47 operasyonên serdegirtinê ya li Kampa Holê de 31 çeteyên DAIŞ`ê ji wan 8 jin bûn, girtin.

Piştî zêdebûna kuştinê li hindirê Kampa li Rojhilatê Hesekê, 27 mehê operayona “Mirovî û Ewlehiyê” 5 rojan pêk hat û di encamê de gelek serçete jî di navê de 125 DAIŞ’î hatin girtin.

Back to top button