Times: YE ji bo mijara koçberan zêdetir pere pêşkêşî Erdogan kir

Faşîzma AKP’ê ku li Tirkiyê mafê mirovan rojane binpê dike, ji aliyê Ewropa ve tê xelatkirin. Welatên YE li dijî êrîş û binpêkirinên desthilata faşîst a Erdogan tenê dibêjin “Fikarên me hene”.
Di serdana lîderên Ewropa ya Enqerê de ji şêwazê rûniştinê bigre heta mijarên nîqaşê rastî bertekan hat.
Li cihê girîngî dayîna bi demokrasî û parastina mafê mirovan lîderên Ewropa bazirganiya li ser koçberan kirin rojeva sereke.
Partiyên Almanya yên mixalîf jî ragihandin ku lîderan nîşaneyek şaş pê xistine.

Di nava bendewariyên zêde de, doh lîderên Yekîtiya Ewropa serdana Tirkiyê kirin.

Serokê Komisyona Ewropa Charles Michel û Seroka Komisyona Ewropa Ursula von der Leyen li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Erdogan re civiyan.

Çapemeniyê cihanê bazara navbera aliyan de bi şîroveyan bi xweneran re parve kirin.

Rojnameya Times ya Îngilistanê îşaret bi hevdîtinê kir û got:

Lîderên YE ji bo Tirkiye pêşî li koçberiya ber bi Ewropa ve bigrin pereyên zêdetir pêşkêşî Enqerê kiriye.

Di nûçeya rojanamê de hatiye diyarkirin ku lîderan danezanîn ku wê ji Peymana Koçberan ya beriya 5 salan guhertinê pêkî binin.

Ev bazara ku heyî li nava qada navnetewî jî rastî bertekan hat.

Lîderên Ewropa tevî hemû daxuyaniyên sazî û rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî di hevdîtina li gel Erdogan de tenê bi çend gotinan qala mijarê kirin.

Lîderan tenê bi gotina ew ji zextên li ser HDP û vekişîna ji peymana Stenbolê bifikarin re sînordar man.

Ev daxuyanî bi xwere hêrsek zêde li nava Ewropa da avakirin.

Ewropa ji civîna lîderên Yekîtiya Ewropa ya bi Erdogan re bi hêrs in

Parlemeneterê Partiya Keskan ya Almanya Cem Ozdemir bi rêya peyameke li ser hesabê xwe yê Twitterê helwest nîşan da û got:

Erdogan dixwaze muxalefetê tine bike.

Ji peymana Stenbolê vekişiya.

Von der Leyen û Michel îro diyariyan pêşkêşî Erdogan dike.

Bruksel bivê yekê re xwe biçûk dike.

Cîgirê Serokê Koma Partiya Demokrat a Azad a lîberal di Palamantoya Federal de, Alexander Graf Lambsdorff jî bertek nîşanî hevdîtina lîderan ya ji bo Erdogan da.

Lambs-dorff hevdîtin weke nîşaneyeke şaş binav kir û got:

Li cihê ku bersivek tund, nîşaneyek şaş ji bo Tirkiyê hatiye dayîn.

Runiştina li ser kursiyan di Ewropa de bû cihê nerazîbûnê

Di vê navberê de ji ber rûniştina şêwazê şaş di cîvînê de jî bala rojnamevan kişand.

Leyen ku divê li kêleka Erdogan rûniştiban, despêkê li ser lingan ma û piştre jî li cihekî ji Erdogan dur runişt.

Siyasetmedarên Ewropa ev yek rexne kirin.

Siyasetmedar û perlementerên Ewropa ji ber bêhelwestiya Leyen jî nerazîbûna xwe anî ziman.

Back to top button