Li herêmên dagirkî asta tundiya li dijî jinê zêde bûye û herî dawî çeteyan jineke temenmezin ji gundê Baflûnê yê navçeya Cindirêsê revand.
Li gorî agahiyan, jina hatiye revandin a bi navê Şefîqa Îsa Hemame (50) ji mala xwe hatiye revandin. Heta niha çarenûsa wê ne diyar e.
Duh jî çeteyan 4 sivîlên ku ji wan 3 jin in, ji heman gundî revandibûn û biribûn cihekî nediyar.