PAJK: Jin tenê bi xwerêxistinkirinê, dikarin xwe biparêzin û azad bibin

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê daxuyaniyek da û diyar kir ku li hember her cure êrîş, jin dikare bi rêya xwerêxistinkirinê xwe biparêze û azad bibe.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê daxuyaniyek da.

PAJK’ê, ji bo civak, takekes, sirûşt bi azadî bijî, azadiya jinê pîvanê sereke dît.

Ji bo jiyaneke birûmet û li dijî hemû îdeolojiyên zilamên serwer jî, PAJK ji bilî xweperwerdekirin û parastinê ti çareyeke din li pêş jinan nedît..

PAJK got:

“Ji bo ev têkoşîn geştir bibe em pêngava, “Bes e ji Tecrîd, Faşîzm, Dagirkeriyê re; Dema azadiyê ye” tamam dikin û em pêşengtiyê didin ser milê xwe. ”

PAJK’ê anî ziman ku:

“Rêbertiya me azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêda û hişt jin xwe ji aliyê rêxistinî, siyasî û parastinê ve, li tevahî Kurdistanê rêxistin bike û bibe hêz.

Dewleta Tirk a dagirker ji ber ji vê felsefê ditirse, giranî daye polîtîkayên jinan.”

PAJK’ê li dijî polîtîkayên kuştina jinan bal kişand ser girîngiya xwerêxistinkirinê, ku tekane rêya sekina li dijî tundiyê, xwerêxistinkirin e.

Back to top button