Xerîb Hiso: Divê bilez NY ji bo Şengalê tev bigere

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso bang li civaka navneteweyî kir bilez ji bo Şengalê tev bigerin. 

Xerîb Hiso, şandina hêzên leşkerî ji bo Şengalê, ji êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ne dûr nedît, ku hemû bi armanca tunekirina Kurdan pêk tên..

Hiso destnîşan kir ku ne dûr e, hêzên PDK bi artêşa Bexdayê re derbasî Şengalê bibin û herdu alî wê dorpêç bikin.

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û bi taybet li NY kir ku yekser destwerdanê bike û bûyerên li dijî Êzidiyan bidin rawestandin.

Back to top button