Piştî istîfakirina Mark Esper, 3 rayedarên din jî istîfayên xwe pêşkêş kirin

Piştî istîfakirina Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper, 3 rayedarên din ji Pentagonê îstifa kir.

Li gorî agahiyan, Şêwirmendê Polîtîkayên Ewlehiyê, Şêwirmendê Îstixbaratê yê Parastinê û Rêveberê Nivîsgeha Taybet a Pentagonê, îstîfayên xwe pêşkêş kirine.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê, Anthony Tata li şûna Şêwirmendê Polîtîkayên Ewlehiyê James Anderson hat erkdarkirin.

Tê payîn, gelek rayedarên din jî ji Pentagonê îstifa bikin.

Her wiha tê angaştkirin, wê Trump birêvebirên CIA û FBI’yê jî ji peywirê bixe.

Back to top button