Salverera 8’an a êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Doh salvegera 8’an a êrişên li ser taxên heleb şêxmeqsûd û Eşrefiyê bû.
Xelkên van taxan bi jimareke kêm bi şêwazê şerê gel ê şoreşgerî karî bû êrişa 28 komên çete têk bibin û taxên xwe biparêzin.
Xelkên taxên navborî doh bi merasîmekî berxwedana xwe bibîranîn.

Doh salvegera 8’an a êrişên çeteyan yên li dijî taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê bûn.

Pêkhateyên taxên navborî bi jimareke kêm, bi şêwazê şerê gel ê şoreşgerî êrişên çeteyan têk birin.

Bi boneya vê rojê doh li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên her du taxan merasîmek bibîranînê hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, şervanê YPG’ê Rênas Heleb derbarê êrîşên dagirkeriyê axivî.

Rênas anî ziman ku tevî kêmbûna hejmara leşker û çekan, bi saya pêkanîna stratejiya şerê gel ê şoreşgerî tax hatin rizgarkirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Nêrgiz Bekir jî axivî û da zanîn ku êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de hatin kirin.

Rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Delal Mihemed jî diyar kir ku li dijî her êrîşekê em ê têkoşînê bilid bikin û got:

“Bi rihê serkeftina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin.”

Merasîma bîranînê bi pêşandan sînevîzyona li ser berxwedanê bi dawî bû.

Back to top button