Dewleta Tirk gundewarê Minbicê topbaran kir

Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê nayên rawestandin.
Duh careke din dagirkeriya Tirkiyê êrişî gundekî Minbicê kir.
Ev gund jî bi sivîlan tijî ye.

Derbarê vê yekê Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ev agahî dan :

“Artêşa Tirk a dagirker gundê Seyada yê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi obîs û hawnan topbaran kir.”

Li gorî navendê artêşa dagirker qadên sivîlan dike armanc.

Ev ne cara yekê ku gundên Minbicê tên topbaran kir.

Mîna her carê jî di van êrişan de sivîlên vê herêmê dike armanc û gundê tijî sivîl topbaran dike.

Back to top button