Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Parêzgeha Hesekê, derbarê idîayên hin rûpelên medya dijîtal ku dibêjin “jimarek çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeha Dêrikê reviyan e”, daxuyaniyek da.
Asayîşê di daxuyaniyê de diyar kir ku ev agahî bi tevahî ne-rastin, û ew girtîgeh taybet ne ya çeteyan e.
Her wekî anî ziman, 11 kes ji navendeke girtina demkî ya Dêrikê ji ber sedem û sûcên cuda hatibûn girtin reviyan.
Asayîşê got, hêzên me yekser ketin nav liv û tevgerê, dest bi şopandinê kir û 10 kesên reviyayî dîsa girtin.
Bi gotina wê, lêgerîna li kesê 11 dewam dike.
Û teqez kir ku ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmêm hêzên wan her di amadebaşiyê de ne.
Di dawiyê de bang li welatiyan û medya kir ku di weşandina agahiyan de hişyar bin,
Çavkaniyên fermî tenê bişopînin li dû gotegotan û propagandayên ku armanca wan têkbirina aramiya herêmê ye neçin.



