Rojnemevanên hatibûn binçavkirin hatin berdan

Di 13’ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê di serdegirtina malan de 6 rojnemeva hatibûn binçavkirin.
Duh 4 jê bi cezayê hepsa malê û 2 jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Rojnemevanên hatibûn binçavkirin Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Tûran, Delal Akyuz û Tolga Guney,

Nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazete Dûvarê Cîhan Başakçioglu, Û xebatkara çapemeniyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Fûnda Akbûlût bûn.

Rojnamevanên ku bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a navçeya Bayrakli ya bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê hatin kirin.

Rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin sûcdarkirin.

Piştî îfadeyê, Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar der barê Semra Tûranê û Cîhan Başakçîoglû de biryara şertê kontrola edlî da.

Der barê Delal Akyuz, Melîke Aydin, Tolga Guney û Fatma Fûnda Akbûlût de jî biryara cezayê hepsa malê hate birîn.

Back to top button