Kurd û dostên xwe ber bi bajarê Kolnê ve diherikina

Bi Armanca şermezarkirina komploya Navnetewî li dijî Rêber Apo kurd û dostên xwe meşeke mezin li dar dixin.
Meşa ku ev demeke dirêje amadekarî jêre tê kirin wê îro li bajarê Kolnê yê Almanya pêk were.

Gelê Kurd û dostên xwe ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo li bajarê Kolnê çalakiyeke mezin lidardixin.

Bêtirî mehekiye ku ji bo tevlîbûna meşê bang têkirin.

Çav li rêye ku bi hezaran kes tevlî meşê bibin.

Meşa binav û deng a Kolnê ku bêtirî mehekiye di rojevê de ye wê îro were lidarxistin.

Ji ber girîngiya meşê demeke dirêje ku ev meş di rojevê de ye.

Meş û mîtîng bi beşdariya gelek kesî li bajarê Kolnê yê Almanya wê pêk were.

Ji seetên sibehê ve kurd û dostên xwe ji her cihê Ewropa bi bajarê Kolnê ve diherikin.

Li wir çaleger bi hêrseke mezin ber bi qadê ve dirin.

Meşa ku sibê li Kolnê tê lidarxistin bû rojeva malperên Almanyayê

Back to top button