Berxwedana zindanan û çalakiyên piştgiriyê bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan a li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.
Parlementera HDP’ê Feleknaz Uca diyar kir ku wê bi pêşengtiya dayîkan deriyê Îmraliyê were vekirin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, bi armanca azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 198’emîn de ji aliyê koma 40’emîn ve dewam dike.

Li gel vê, çalakiya li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî di roja 177’emîn de didome.

Her wiha çalakiya piştgiriyê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 161 roj li pey xwe hiştin.

Feleknaz Uca: Wê bi pêşengtiya dayîkan deriyê Îmraliyê were vekirin

Li kêleka vê jî HDP’ê bi boneya roja dayikan li Nisêbînê pîrozbahî li dar xist.

Parlementera HDP’ê Feleknaz Uca di pîrozbahiyê de axivî û îşaret bi tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê kir.

Feleknaz Uca eşkere kir ku di navbera salên 2012 û 2015’an de, di pêvajoya aştiyê de felsefe û gotinên rêber Apo bandorek mezin li tirkiyê kir û got:

Azadiya rêbertî ji me re girîng e pêwîste, em demildest bi têkoşîna xwe vê yekê bi dest bixin.

Feleknaz da zanîn ku her tim dayikan di aştiyê de rolek girrîng lîstine û teqez kir ku wê bi pêşengtiya dayîkan deriyê Îmraliyê were vekirin û azadiya rêber Apo misoger bibe.

Parlementera HDP’ê Feleknaz Uca bang li dayîkan kir ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan êdî rabin, li malên xwe êdî rûnenên û têkoşînê mezintir bikin.

Back to top button